Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [girar] de;

7. Girara dew, bi Tirkî jê re "ayran aşı" dibêjin, li ba me de girara dew germ tê xwarin, welatê Serhedê jixwe welateke sar e belkî seba wê germ dixwin, ez li ba Tirka de dîtim hinekî wan ji wê dipêjin sar dikin paşî dixwin.

Girara dew yek jî bîranîneke zaroktiya min e, gava zar bûm Danê esrê em ji zeviyê dihatin hênikayiya esrê ya havînê de li ber xaniyê xwe di nav quşxaneya mezin ser agirê Dara de dihate çêkirin. Em her yek firaqên xwe hildida destê xwe ser kevirekî rûdinişt û dixwar. Niha ew resmê ku aqilê min de ye, li wê hin kes çûye rehmê xwedê hin kes dûr in, belawela bûn e... Lê tama ew girara dew hê devê min de ye.



03.08.2018 19:08 ~2018.08.04 08:01 | mîr