Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên eskeriyê] de;

18. Nizam cîyê min USA bû çi zanim, Çûme eskeriyê ku min lê nihêrî li dinyayê de çiqa zehf kurd hene bavo. Her der erd û esman kurd e, gava esker nan dixwarin ji nîvî wan zêdetir kurdî xeber dida, ez şaş mabûm. Tirk digotin ev çi ye, em hatine kû.



22.07.2018 23:42 ~23:49 | mîr

17. Di eskeriyê de, Çaxa Ecemî bûm, Em hînê avêtina sîlehan dibûn, Her kes nîşana xwe hildida û hedefa 50 metre dûr re gule berdida, hedefa me noqteyekî li ser kaxizekî bû.

Dora min hat, cara ewil bû, min destê xwe re sîleh hildida, heta wê çaxê min sîleh nedîtibû. Min pozê tifenga xwe zivirand hedefa xwe, ez ji ber dengê sîlehan din nikaribûm konsantre bibim him jî çavên min ji dûr baş nabîne, berçavkê min jî ba min nebû, min tenê kaxiz dîdit lê ortê wê de noqte moqte tunebû çawa lêxim! Axirê min 3 heb gule berda gere min noqtê re lê bida lê noqte çi halê çi, gule neketibû kaxizê jî, li ser wê de hema bêje qulikek jî tunebû, qomutan li min keniye leqirdî kir, go "tu kurd nînî" min go "erê", ew go "eyb nîne ji te re"

mêrik tirk bû, dizanî kurd gava bavêjin baş lêdixin. Welle min wê çaxê ne ji boyî xwe li ser navê kurda ber xwe ketim...



18.01.2018 19:44 ~19:46 | mîr