Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yoda

profîla "yoda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [26'ê rêbendanê] de;

3. Mirin:



1823 – Edward Jenner, bijîşkê brîtanî (z. 1749)

1948 – Kazım Karabekir, generalê artêşa osmaniyan (z. 1882)



17.05.2014 11:20 | yoda

2. Zayîn:



1865 – Sabin Arana nivîskarê baskî û damezrînerê Partiya Neteweperest a Baskî (m. 1903)

1904 – Seán MacBride, siyasetmendê xwediyê Xelata Nobelê (m. 1988)

1925 – Paul Newman, lîstikvan û derhênerê amerîkan (m. 2008)

1953 – Anders Fogh Rasmussen, serokwezîrê Danîmarkayê

1988 – KC Rebell, rapvanê zimanê almanî yê esilkurd



17.05.2014 11:19 | yoda

1. Cîhan:



1531 – Li Lîzbonê (Portugal) erdhejeke mezin qewimî. Di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.

1837 – Michigan weke dewleta 26em tevlî DYA'yê bû.

1861 – Ji sedema şerê sivîl ê amerîkanan dewleta Louisiana ji DYA'yê veqetiya.

1870 – Dewleta Vîrjînyayê ku ji sedema şerê sivîl ji DYA'yê veqetiya bû, dîsa tevlî DYA'yê bû.

1905 – Li Pretoria ya Afrîkaya Başûr elmasa herî mezin a cîhanê hate dîtin. Ew 3,106.75 qerat (0.62135 kg) bû û navê "Cullinan" lê hate kirin.

1924 – Navê bajarê Sankt Petersburgê ji bo rûmetdayîna Lenîn weke Lenîngrad hate binavkirin.

1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkan cara pêşîn gihane Ewropayê. Li bakurê Îrlandayê bicih bûn.

1965 – Zimanê hindî bû zimanê fermî yê Hindistanê.

1980 – Di navbera Îsraîl û Misirê de têkiliyên dîplomatîk destpêk kirin.

2001 – Li bajarê Gujarat a Hindistanê erdhejek qewimî. Di encamê de bêhtirî 20.000 kesan jiyana xwe ji dest da.



17.05.2014 11:19 | yoda