Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cîhana pirtûkên kurdî

profîla "cîhana pirtûkên kurdî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qedrî can] de;

7. Gula Sor



Gula sor;

Hilbû jor;

Bîn da dor...

Gula sor...

Gula sor..

Li paş çayê Qaf şîn bû,

Alem jê re evîn bû



Gula geş...

Bi me xweş...

Da me heş...

Em bi bîna wê sermest;

Em pê şabin serbest...



Nazenîn..

Xemrevîn,

Xemilîn,

Pê zemîn,

Guleke bê kelem e,

Di nav baxê ÎREM e



Gula sor,

Em li dor,

Bicivin,

Bîn bikin dor bi dor..



Ji: Hemû Berhemên Wî - Qedrî Can

Rûpel; 111-112 weşanên BELKÎ



16.05.2014 02:02 | cîhana pirtûkên kurdî