1. Navê helbesta Kawa nemir ya li jêr e.
nizanim ji ber çi lê va rojên dawî her şev bi dengekî bilind li malê dixwînim. ewqas min xwand ku xwişk û birayên min ji hêdi helbestê ji ber xwe dibêjin. bê guman herî zêde sebrê diya min te. gava digihijim malê dibêje were serkîsof*
li deştên dipdirêj hespên çargavî
difnên wan hilma tivingên kurmancî
qerpûzên vala, bêhnefişk, misk û emberî
ji kîjan çaxê dibezin, dibezine kîjan dastanê
derwêş lê hiştin,
bi xwînê şûştin herasa meydanê
li deştên dipdirêj dîroka çargavî
li nava du tiliyên min cixareya biharê
dikişînim,
wezê nemirim,
pirsên min hene hê yek,
çiya dikevin bextê min yek jî, katjimêra serkîsof a kalikê min
dest hişkehişk li bijiyên kuriyên bayî
çawa jî şevekê ji çiyayên pinyanişî rabûye
hogiro, lo zar û zimanê mino
bi bêrîka êlegê min de ye mîrata te hê
neviyên te welatekî qerisî li serên xetan serma dikin,
min hembêz bikin kuliyên berfa zarokatiyê
zivistan'im çîrokên min di binê berfê de çil sal e dizivire, dizivire serkîsof/kawa nemir
http://www.youtube.com/watch?v=2yhztzazkka
|