Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ciwanpiroz

profîla "ciwanpiroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojhan beken] de;

3. mislimanê anarşîst.



li gorî gotina wî meha remezanê diçe ba mmc (rotînda) ji bo weşandina kliba strana şikrîyayê. rotînda ça yê dixwaze. ew dibêje ez rojî me. rotînda henekê xwe pê dike. yek ji wî yek ji rotînda her du ji hev aciz dibin. rotînda ber ku rêvebire mmc bu astengî ji rojhan re derxist. rojhan ji wa sala nû nezikî misilmanîyê bû yi bû. piştî kiliba wî ne hatî weşandin ew î ji got ez ê dest ji muzîkê berdim. herî dawî li amedê wî û agirê jiyan gelêk konser da ji bo xatir xwastinê.



hevalek gelek zû aciz dibe. zû sil ji dibe. her tiştî ji xwe re dike xem. zewicîye. di kiliba 'bigrî diyarbekir' de kurê wî dileyize. niha mamostetîyê dike.



wextê min stranên wî bihistî ez pazde-şazde salî bûm. ji berku rock digot min jê pir hez kiri bû. her şev min ereba bavê xwe ji mal direvand. kaseta wî di danî ser teybê deng dikir dumahî û li kolanên cizîrê digeriyam. bi gurme gurme aporlorê min dixwast bêjim va kurdê rock bêj heye.



berê li ser facebookê aktîf bû niha ji wir jî sil bûye.



10.06.2014 13:11 | ciwanpiroz