Tirşik - Profîl
tirşik-profîla quşxaneli

profîla "quşxaneli"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [banga xorta] de;

1. Navê helbeste kî bavê selman e

Ho xortê kurd, çima tu ewqas del u dîn î
Ma tu aqil nagrî, çendî tu dixwînî
Herdem dibêjî îslam, dîn û mezheb
Ji bo we disojî dil û cerg û kezeb
Lê çi mixabin tu xwe dikî bende û noker
Ji bo neyarê îslamê dikî xebat, bi can û demer
Ew doza te beyhûde ye, çênabe ji pelaxe bênder

Bêt ba kekê xwe yê pendedar
Ku nîşanê te bikî rêya rast û xar
Da tu bizanî kî ji îslamê ra dost e û kî neyar
Lê bi rastî, heke tu xwe nas bikî û bibî şîyar
Tu dizanî çawa rovîya nêçir ji ber te dibe xwar
Û kî ji te re xêrxwaz e û kî jî koremar

Eva rêya xurşîdê xweda ye
Hînbûna wê ne zor e û ne pir bi cefa ye
Ew ji rêya şamanîzmê gelek cuda ye
Lewra di vê rê de meriv dighê xweda ye

Hem jî mirov dike şîyar û gelek merd
Ji bo azadî gelek mirov guh nede kul û derd

Heke tu dixwazî bibî misliman, olperwer
Gerek tu xwe ji bin nîrê bindest derxî der

Hem gerek bo azadî bi roj û şev bikî xebat
Ji bo wê bibî xwedî sebr û tebat
Da tu ji xwedê hildî, alîkarî û îmdat
Çendî tu bikî nimêj û bigrî rojî
Dîsa li ser te ferz e tu xwe aza bikî
Ji bindestîya wek doje

Welat bûye agir tev da wek dojê
Zilm û best û zor e bi şev û rojê



24.05.2017 22:14 ~22:15 | quşxaneli