Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşîv] de;

13. Paşîva pêşîn ya remezanê a sala 2016 an e niha. A nihe ji ber ku ez dizanim ku sibahî ji têhnîya da ezê zehmetî kêşim loma min jî bo 'depokirinê' meşka xwe mast û av tijî kir* sibahî ezê poşmanîya kêm xwarinê û kêm vexwarinê bijîm lê xem nake jixwe rojî ewe ku mirov zehmetî kêşe. Min heya par di fitare û paşîvan de zikê xwe tijî dikir, min zehf dixwar û vedixwar bi vî awayî di nava rojê de ew qas aciz nedibum. heya ku min nivîsekê ş. elî şerîatî xwend rewş wiha berdewam kir lê piştî ku min nivîs xwend êdî min devjê depokirina zikê xwe berda nivîsê de şerîatî bi mealkî wiha digo : "hinek însan hene ku di paşîv û fitaran de zêde zêde dixwin û vedixwun, ji wan wetrê heyfa xwe hildidin ji seetên rojîyê na Birêmin na wiha nabe tiştê ku tu dikî ne rojîye tu tenê meşka xwe tijî dikî " bi qasî kj hat bîra min wiha Bu. Axkî piştî ku min xwend ez zehf mame bin bandora vî gotinê û min soz da xwe divê ez di fitare û paşîvan de qet qesta meşk tijîkirinê nekim da ku baş bizanibim wateya rojîyê...



06.06.2016 03:25 | azad30