4. Ger em pêvendî bi keç û xortên kurdên qafqasyayê pêk bînin , wek gotina (bnr: ehmedê xanî)"vêkra bikira me înqiyadek" ango me hevre xebat kiriba ji bo wêje û hûnera kurdî em da şoreşek mezin çêken. Û bi vê înqiyadê em da pişta bêhêvîtîyê bişkînin, wek gotina (bnr: seyda seîdê kurdî) rûhê bapîrk û pîrkêt xwe yê ku ked dabûne kurdayetî, di qebra wan de şad biken. Xwezî keç û xortên kurdên qafqasyayê jî di nav tirşik ê de hebûya . |
|
30.03.2016 19:59 ~19:59 |
azad30
|
1. wek tête zanin kurdîstan ne 4 perçe ye kurdîstan 5 perçe ye. beşa 5. ê jî rexê qafqasyayê ye. ez dîroka kurdên qafqasyayê têlim hîvya we, ez ê vira pir nakevime dîroka wan ger hûn bixwazin dîroka wan hîn bibin kovara (bnr: nûbihar) hejmara 126. û 127.ê bixwînin û her wiha kovara "kürt tarihi" jî di hejmarekê xwe da zanînên bi qîmet dîyarî me kirîye. |
|
30.03.2016 13:54 ~14:27 |
azad30
|