Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the treatment] de;

1. Rêzefîlmek e. The treatment wateya wê nêzîkî nojdarî, tîmarî yê ye(tedavî). Rêzefîlm li Ser psîkoterapîyê ye ango di her beşekê xwe de terapîya nexweşekî/ê pêşkeş dike di sezona yekem de nêzîkî 6 nexweş heye 43 beş li dora van nexweş û paul(derûnnas) de tê û diçe. Teorîya xwe zêdetir li Ser psîkanalîzm ava kirîye lê irvîn yalom(derûnnasek mezin a çaxa modernîzmê ye, hêj sax e bes kal bûye, exsiztansîyalîst e) jî di amadekirina senaryoya rêzefîlmê de keda xwe daye. Kesên ku hej derûnnasîyê biket dikare vî rêzefîlmê temaşe bike wekî din jî ne şart e ku mirov hej derûnnasîyê bike jixwe rêzefîlm xwe dide temaşekirin. Lê tiştek şûna rexneyê bêjim mixabin ev rêzefîlm jî herhal an ji ber pergala kapîtalîzmê an jî ji ber çanda 'popûler' gelek caran behsa mijarên erotîzmê dike Ser da jî di nav seansa de çêr û xeber jê kêm nabe. Êdî MA keyfa we...



12.06.2016 01:41 ~01:44 | azad30