1. ev peyam ji ber neyarên serxwebuna kurdîstan ê ango partîya goran û kes, sazî û partîyên ku wek wan difikirin re hatîye weşandin kerem bikin ji http://www.gulan-media.com/ ê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di derbarê wê helmeta ragihandin û teşhîrên ji aliyê Tevgera Goran û kesên nêzîkî wan li ser şexsê min birêvediçe, daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku kes li ser min bersîva vê helmetê û axaftinên wan nede û kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne. Daxwazê ji we dikim palpişt û bergirîkarê serbixweyî û Pêşmergeyên me yên qehreman bin. Bergirîkarê heq û dadperweriyê bin û li beranber gendelî û kultûra dijûn û cinêwdanê rawestin û parêzerê çand û bihayên bilindên gelê me bin. Li vê rewşê de pêwîste ewlewiyeta serekî ya me hemû aliyek serbixweyî û piştevanîkirina Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên Da'îş û baştirkirina jiyana xelk û rûbirûbûna gendeliyê be.
Bi dilniyayiyê ve ewên yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana aramî û asayîşa Kurdistanê didin û musîbet li ser vî gelî tînin dê bigihin sizayên xwe yên yasayî.
Mesûd Barzanî
17.06.2016
nîşe : min sernavê de daçek a 'BO' ji bîr kirîye.
|