Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin] de;

12. êdî bes e ulan ev çi dijminahî , çi heqeret û çi bêedebîye!!!



ew qas sebir êdî ne sebir, ne jî tehammul e tenê zîllet e. law zevatê JAR armanca te çi ye bi parvekirina vê vîdeOYÊ qey tu dixwazî şerek derkeve an jî te nîyete ku yê dîndar tirşîkÊ nemînin. ewqas bêdebî, bÊtehemulî nabe jixwe te kul û derdê xwe PEYAMÊN PÊŞîn de anîbu ziman vêca armanca te bi parvekirina vê vîdeoyê ve çi ye? ev vîdeo rasterast heqeret e . ger armanca te ev bît bi aşkîra bêje biruya hayao miyazakî zû wê vîdeoyê rake û lêborînê bixwaze. ger tu an jî moderatorek vê vîdeoYÊ RANEKE êdÎ ez nikarim tirşîkê bimînim.



23.06.2016 11:01 ~11:45 | azad30

5. Lawo xwezî hinek kes gûyek fahm kiribana ù paşî xeberdabana ûlan ma qey li gor hizra hinek kesa em gelek li ber bawerîyên xelkê dikevin bi bawerîya wan aciz dibin nizanim sil dibin. Bi serê dimkekê nîskê ne xema min e bawerî an jî bêbawerîya kesê jixwe herkesek ji Kar ù emelê xwe berpirsyar e çij min re ye. Divê ya yekem bête zanîn ku peyvên zirrezir ù ker heqeretin ne rexne, ne jî tespîtên xelkê ne. Rasterast rê dide ku şerek an jî nexweşîyek çêbibe. Kes nikare fikra kesî bi çavekî neyînî qaşo analîz bike ù li Ser serê me bi rîya malûmatfiroşîyê bingeha mijarê ku heqereta bawerîya Bu biguherîne. Nîşe: islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin/90961 bila bizane ku edetê min nîne ku bo bawerîya xelkê tiştek xirab bêjim an jî biçûk bibînim. Jixwe tiştê ku jê direvim û nefret dikim eve. Û bila haya te jî hebe bi gotinên xirab, bi sixêfan ji heddê xwe derbas neke ji ber ku tu rê didî ku tiştên neqenc belasebep biqewimin.



21.06.2016 00:38 ~00:41 | azad30

3. Peyvên wek zirezire melayan, ji melayan re gotina ker heqerete. Bi mîsqalek zerre jî be ne xema min e ku yek rabe bêje ez jî dengê melayan aciz im. Hetta belkî ji ber dengê hoparlora bêqalîte desîbelên bilind dikarim empatî bikim lewra ez jî carna dema desîbel zêde zêde be hoparlora xirabe be aciz dibim. Lê lê lê ev tiştên hanê rênade ku yek rabe bêje zirezire melayan an jî ker. Aha hingê pirsgirêk eve. Wekî din kî hez çi bike kî ji çi nefret bike ne xema min e ez guh nadim lê dema ku heqeret hebe hingê pirsgirêk ek zêde zêde mezin heye û divê herkes haj gotinên xwe hebe.



21.06.2016 00:10 | azad30

1. Ew kesin ku çi gava kesek ji ber bêbawerîya wan anjî ji ber terzê jîyana wan tiştek bêje bêrûmetîyêk bike, Xwe dîn û har dikin siharê heya şevê peyva rumet nîşandana bawerî an jî bêbawerîyê gazela dixwînin û (bi mafdarî) dixwazin xelk rûmetê şanî bide terzê jîyana wan. Heya vêrê çi pirsgirêk tune lê çi gava ev zevatên ku jorî hatîye tasnîfkirin rastî şîarek dînê îslamê bên hingê rûmetî, rêzgirtinî, tevgerên sincî bîr dikin an jî ji ber nêrînên xwe yên îslamofobîk û nîjadperestîyî gef diavêjin şîarên îslamê. Divê ev xwedîyê heqeretên wek ker, zirezir bête mehkumkirin û hewceye ku ji wan re wiha bê gotin: law zevatên jar û exsîr madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min ê willah billah tîllah em êdî rê nadin ku kemalîzmek kurdî dijî îslamê ji nav me kurda de rabe û heqeretê bike bawerîya me. Kurdîstana me ku li gel bawerîyên cuda bi îslamê jî hatîye xemilandin bi hebuna xwe bi heqeretên xwe qirêj nekin dilê me bi gotinên xwe yê kurd-kemalîst reş nekin bicehimin herin...





edît: muhattabê vê peyamê kesên ku rasterast sixêf û heqerat ji bawerîya min re dikin in. bila hevalên me yê ne-misilman hilnedin ser xwe haya min ji wan nîne. tiştê ku mirovî/ê aciz dike ji îslamê heznekirin, nefretkirin, rexne kirin nîne tenê heqeret e. û heqeret mirovê aciz dike divê em hemî ji nirx, bawerî û kesayetîya hev û dû re rumetê şanî bidin. û bila tirşîk bi sixêfan û xeberan nebe mîna ferhengên tirkî.



20.06.2016 23:50 ~2016.06.21 10:13 | azad30