Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêdawîtiya dojehê] de;

5. Bersivek din jî heye ku ji bo ebedîtîya dojehê dibêje kesê ku di dojehê cezayê xwe kêşa xwedê piştî demekê agir hînî ehlê dojehê dike û wan ji ezabên berê xilas dibe( hedîsa kudsî xwedê wiha dibêje: "rehmeta min xezaba min derbas kirîye")

Di van mijaren de pirî caran nefsa însan bi quretî û ezêtîyek fîrewnî mirovê sevkê îsyan ê dike mirovê teşwîkî dijayetîya xwedê dike lê divê mirov piştî xwendin, lêhûrbun û lêgerînan dive teslîm bibe ji xwedê re . Loma eger mirov ji bo înkara xwedê tişta bigere jixwe nikare nefsa xwe bisekînîne ji ber ku xweda ezîtîyek daye însan ku pê xweda nas bike xwe nas bike mirov bi wî ezîtîyê hem dikare bibe hz Ebubekîr hem jî dikare bibe ebu cehîl ê le'în. Êdî biryar ya me ye.

( dema fitarê tê loma niha wê dawî be , remezana we b'xêr * )



02.06.2017 18:45 ~19:10 | azad30

3. Mergehez= pirsa min ji oldaran ev e: "gelo hûn dikarin mantiqa bêdawîbûna dojehê rave bikin? ku bêdawî be ev nabe karekî zalimane yê xwedê?"

Di rîsaleyên ûstad bedîûzzeman de pirsek weha heye mesela mirov pirsek wiha jî dikare bi pirse hem hê girantir e ji bo me dîndaran " navêt xwedê hene bi navê "esmaûl hûsna(navêt herî bedew)" navek xwedê jî rahman e rehîm e , adl e wateyek rahman: bi merhemet, bi şefkat. Madem ku navêt xwedê hene madem rehma xwedê heye nexwe çima di jiyanek bisînor de cezaya înkara xwedê dojeha bêebedî ye gelo eve ne li dijî edelata xwedê û wateya navêt wî ye?

... berê ku ez binîvîsîm divê ez ji we re bêjim eger hûn bi rastî jî bersiva vê pirsê meraq bikin pirtûkên seyda bedîûzzeman bixwînîn mesela lem'alar, mektubat û hinek beşên din jî hene di kûllîyatê de dema mirov çend heb mijara hev re bixwîne wê çaxê nefsa mirov qayîl dibe.
Di lem alar ê : lem a ya 28 an ,
Di sözler ê : gotina dehemin
Di işarat ül îcaz ê: pera 92 an
Mektubat : 12. Mektup (peyama duwanzdehan)
Çawkanî : weşanxaneya zehra.

Bersivek: înkara xwedê, ji ber ku înkara hemî aferîdeyên xwedê dike, înkara hemî nav û sifatêt xwedê dike ku hemî jî bê sînor û ebedî ne loma dojeha ebedî dibe ceza.
Lê li gor gotina seyda bedîûzzeman xwedê ji ber ku rehman û rehîm ê dîsa jî kesên ku çûne dojehê piştî demek ê dojehê ji wan re hûre dike ango ûlfet çêdibe(alışmak, normalleşmek) û di kesên dojehê de û dinyayê de çi qencî û başî kiribin mûkafata wan bi sivîkkirina cezayan wê mûkafat binîne mesela bi keşfa ampulana edîson ku xêr û qencîyek mezin e. (Ayet: " her kî bît ku bi zerre mîsqal
xêr kirîbît wê mûkafata wê bibîne, her kî jî bîg zerre mîsqal guneh kirîbît wê cezayê wî bibîne")



02.06.2017 17:47 ~18:18 | azad30

2. Ez bawerim wê ew mijar jî têr û tijî bibe bi nivîsên hevalan lê ez rîca dikim wekî qewla mergehezo bila kes bêedebî neke û kes bi hamasî tevnegere da ku em ji hev du tiştek fêr bibin tiştek bizanin. Herkes bila binîvîse bes bê dijûn, bê tirane û bê biçukxistin.



02.06.2017 17:35 ~17:42 | azad30