1. Muhammet sıddık dursun li çewlîkê sala 1948 ê hate dînyayê, zaningeha enqerê beşa îlahîyatê xwend. Paşî tevlî tevgera nurcîya bu. Pîştî çend salan dema ku berhemên seyda bedîûzzemê kurdî de(bnr: rîsale -î nur) mijarên têkildarî kurdayetî, kurdîstanî, elewîtî, wehhabîtî, mûnafiqî bi qurtasî mijarên ku li dijî pergala komara tirk bu, hate sansur kirin bi taybetî di mijara kurd û kurdîstanê de ji wan cûda bu.
Dûre (kerema xwedê lê bîtin) Koma med - zehra ava kir û dest bi xizmeta rîsale î nur kir û bi dilxweşî û ji dil û can bîrdozîya seyda bedîûzzeman seîd ê kurdî belav kire nav civaka tirkîye û kurdîstanê bi xêra SIDDIK abê gelek ciwanên kurd hem bedîzzeman ê nas kirin hem bi xêra RÎSALE Î NUR an îmana tahqîqî bi destxistin.
Gelek caran ji ber tawîz nedayîna wî ya di derheqa mijarên îslamî û kurdîstanî de ji alîyê komara tirk ve hate binçav kirin û hate tehdît kirin û du rêhevalên wî îzzettîn yildirim û şehîd saîd avci bi destê komara tirk û hîzbullahê ve li stenbolê hate şehîd kirin.
40 salan bê rawestan bêyî ku tawîz bide parêzvanî û xizmetgûzarîya fikrên
seîd ê kurdî ku fîkrîyata xwe bi rîsale -î nur an ava kirîbu kir. Bi xêra wî û cemaata ku wî ava kir gelek kes hem îmana xwe (înşellah) xilas kirin hem jî xwedî nirxên gelê kurd derketin û parastin.
Seyda Siddik Şeyhanzade îro seat 17:45 an li stenbolê emrê xwedê kir û wê êynîya vê heftê(07.07.2017) li gel nimêja nîvro wê li çewlîkê bête veşartin.
Cihê wî biheşt bît xwedê rehma xwe biket.
Here lînkê
|