Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê] de;

1. Ev mijara jorîn tenê bi serê xwe ve sembola perçebûnêye, nîşana hetîketîya civakek şeq buyîye ku derûnîya civakekê serûbîn kirîye. Her çibe em hatine perçe kirin û pêwîste em hevûdû hişyar bikin da ku em nigehine rojên xweş.

Ezê vê mijarê de li ser hezkirina "êdin" ê bikim yanî alîyekî hezkirina bakurîyan bo başur û hezkirina başurîyan bo bakur.

Gelê bakur sedî 90 ê zêdetir hej başur dikin hizra wan dikin qencî û başîya wan dixwazin hûn berêxwenedin ku niha ji ber ketina kerkûkê kurdên bakur "bêdengin" rewşa niha a bakur li gorî min hem ji ber ohal ê hem jî sedema mezin ji ber encama şerên xendeka na wekî din di sereke mijara bakur rewşa başur e. Û hemû pêkhateyên bakur ji ber rewşa bakur ketine stres û depresyonê.

Mixabin heta nihe çend kes çobîte başur evdekê xwedê jî tiştek baş nabêjît dibêjin hej bakur nakin xweş miamele nakin hetta pêtir qîmet didin tirka û heyranê tirkane li wan temaşe dikin artîstê wan guhdar dikin xwe dişîbînin wan . Di demên tengav de jî heta nihe çi xêra negehiştîye bakur



22.10.2017 18:57 | azad30