Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bijîşk] de;

20. Karek pir zor û stres e lê li gel betlane û kêmbûna mesaîyê jî têra xwe bêhnvedidin.(ez bêjim wisaye, herhalde *
karên wan pîroz e bi qedr e ji ber ku însana ji derdan û nexweşîyan xilas dikin wan tedawî dikin mirov pirî caran ji ber ev qencîyêt wan kîmetek mezin dide wan û divê bidin jî lê carna ev ked û xizmetêt xwe bi guhnedayîna nexweşan xirab dikin yanî belkî nîyetek wan ê xirab tune, belkî dema nexweşê dibînin her tiştî fahm dikin ji ber hindê tiştên bîra nexweşa jî ji wan dibêjin û belkî dema tedavî biqede tiştê lazim her çi be ji nexweş re dibêjin loma hewce nabînin ew qas guh bidin nexweşan ev "belkî" hê zêde ne dibe ku tevahî "belkî"yên jor li alîyê bijîşkan de tê jîyîn.

Lê li alîyê din ango li gorî nexweş jî ev guhnedayîn û piştguhkirina axaftin û pirsên wan wek quretî, rîkoyîtîya bijîşka tê navkirin. Heta nihe ez çobama nîk kîjan bijîşkê a nihe di hizra min de bijîşkên herî baş û qenc ên ku min guhdar kirine, pirsên min bi bêhnfirehî bersivandîne ew tên bîra min neku zehf jêhatî, pispor , prof bûn tenê derûnîya nexweşan fahm dikirin û wan "guhdar dikirin" bi berfirehî qala nexweşîyên min dikirin. Li gor dîtîna min bijîşk tevahî li gel dersêt xwe teqez derûnîya însana jî bizanibin bixwînin eger vê tiştê bikin wê gelek serkeftî bibin.

Mesela ev heftîya borî ez hem bo "dolgu" û hem jî bo "kanal"ê çum nexweşxaneya lêgerînê û perwerdehîyê a amedê, çum cem du bijîşkên cuda mala wan ava be her du jî baş bun didanên min tedavî kirin lê ji ber ku kêmasîyên jor ku min nivîsandî keda wan pêş çavê min kêm bun mînak min bi nazîkî û rehet pirsên xwe dikir lê ew bi lez û bez karê xwe dikirin tiştên min pirsî jî nîv bersiv didan dema tedavî xilas jî dibu nedihiştin ez berfirehî pirsên xwe bêjim loma dema ez derketim min li înternetê lêgerîn kir bersiv digerham bo pirsê xwe. Ji ber lez û bezêt wan min her tiştên hîşê xwe de tevlîhev kir pirsên xwe bîra kir jixwe devê min xar bubu ji ber narkozê.

Eve dîtînen nexweşekî ne lê ka bijîşk çi hîs dikin çi diramin çi dihizîrînin pir tatêla min heye belkî ew jî gazinda dikin ji nexweşan, xwedê dizane!



03.06.2017 15:28 | azad30

18. Peyva ku ez dema ku ji mazinekê/î xwe ra dibêjim dibe sedema kenî û yarîya : 'bijîşk çîye kurê min ma navê wî doxtor nîne' . dê werê bêje mazinêt xwe bijîşk kurdîye xalo kurdî dev jî doxtora moxtora berde..



10.06.2016 11:31 ~11:33 | azad30