Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dihê] de;

11. navê dihê bi ermenkîye. dih di ermenkî de tê wateya "bihuşt"Ê. yên ku ji navçeya dihê bi xwe bin ji wan re dibêjin misirmÊnî. di nava botan, xerzan û torê de zêdetirîn gund li navçeya dihê hene. xwezaya wê gelek dewlemend e. di nava dihê de 3 herêmokên botanê hene:

1- mişar: nave deştê ye jî, piştî deşta mişarê gundên navçeya basa hene. di pirtûka anabasis a ksenefon de behsa vê deştê tê kirin. ev jî îspata wê ye: http://siirttenote.com/yedek/arsiv/kurdjan-sori/5353-gelo-sokrates-newroz-piroz-kiribu.html



hinek gundên vê herêmokê ev in: eynê, tilê, girdara, balûka, lodê, hergûl, dêrawidhwd.

2- şûva: çemê bilorîsê taqîb bike heta tu bigihîjî navçeya dihê di wê xêzÊ de çi gund hebin hemûyan di xwe de dihundirîne. xelefê şûvî ji gundê qesir celo ye û navê xwe jî ji herêma xwe şûva distîne.

hinek gundên vê herêmokê ev in: bilorîs, ginyanis, îfaca, bereşa, misÊfra, hedît, kanika, qesir celo, terhem, kezerokhwd.)

3- eruh: milê çepê ya nevçeya dihê dimîne. gundên vê herêmê asê ne, çiya û gir û ecÊb e li ser giran jî deşt hene. mînak: deşta katosê piştî vê herêmê, herêmoka garisan dest pê dike. ev herêm her û her cî û warê gerîlayan e.

hinek gundên vê herêmokê ev in: eruh, mêrgê, şawira, Êrs, nîvila, şidada, şûkal,



17.10.2013 16:53 | zero