3. kolîpoşman: ji vir û heta pişta mala xwedê poşmanbûn... bi tirkî "hepten pişman."
wekî simurg56 gotî navê helbesteke arjen arî ye. di çarîna dawîn a vê helbestê de arjen arî mezinahiya jinê derxistiye holê.
"te bivê dibim mêvan
şevê dikim deman
te nevê vedigerim
dest vala û kolîpoşman."
yanî bi kurt û kurmancî wiha dibêje: "keçê, xweşikê, nazikê, nazenînê, şekerxendê, lêvşêrînê... ka maçekî bide min, eger tu bixwazî ez dikarim bibim mêvanê te jî û em dikarin şeva xwe bikin şev! eger te nevê an jî ger tu maçek nedî min, ji ber ku min behsa maçekî ji te re kiriye ez ê bihetikim, ez ê ji vir heta pişta mala xudê poşman bibim, belkî tu bêjî ka ez doxînsistim. eger biryara te neyînî be ez kolî poşman im. ji ber ku tê min xelet bi nav bikî, an jî xelet binasî."
di vir de "biryar" girîng e. daxwaz ya mÊrî ye lê bes "biryar" a jinê ye.
|