Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meyremxan] de;

1. avanganrda stranbêjiya li radyoyan e. afrînera stran û kilamên serê sedsala 20. e.

MeyremXan di sala 1904’an de li Şirnexê, li gundê Dêrgulê ji diya xwe dibe. Dibistan nexwendiye. Bi eslê xwe kurmanc in. Di sala 1915’an de mala wan bar dike, diçe Qamişloyê. Li Qamişloyê kurê mala Bedirxaniyan re dizewice. Dema dest bi stranbêjiyê dike ew û malbata mêrê xwe li hev nakin. MeyremXan diçe Mûsilê, ji Mûsilê diçe Bexdayê. Li Bexdayê li mala dotmama xwe ElmasXanê dimîne. Di sala 1935'an de di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de dixebite. Di sala 1944’an de tevî Seîd Axayê Cizîrî, Hesenê Cizîrî, ElmasXan, Resûlê Gerdî û gelek dengbêj û stranbêjan re civiyaye. MeyremXan yekemîn dengbêja Kurd e ku sêlikên kurmancî tomar kiriye. Heta dawiya emrê xwe di Radyoya Kurdî ya Bexdayê de dixebite. Tê gotin ku MeryemXan di sala 1949’an de li Bexdayê alîjiyan bûye.



17.10.2013 06:04 | zero