Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan] de;

1. Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema Împaratoriya romayê de hatibû şewitandin. Tê gotin ku di wê pirtûkxaneyê de nêzingê nehsed hezar pirtûk hebûn. Lê 2002’an de pirtûkxane ji nû ve ava bû, êşa wê pirtûkxaneya şewitî hinek be jî hate kewandin. Mîr evdal xanê bedlîsî, bajarê Bedlîsê kiribû warê xwendin û ilmê. Ji her der û deverê pirtûk dianîn, dinivîsandin, dewlemend dibûn. Melîk Ehmed Paşa (waliyê Wanê, cihê wî cehnim be!) ji ber tirsa pêşketina Kurdan a ilmî di sala 1655’an de bi piştgiriya hinek mîrektiyên Kurd (ew ên ehmeq ku neviyên wan hê jî di nav me de xwedîsoz in) re bajarê Bedlîsê talan û wêran dike. Evdal Xan tevî malbata xwe ji Bedlîsê direve û xwe xilas dike. Piştî talankirina bajarê Bedlîsê dibêjin ku leşkerên Melîk Ehmo Paşa bi ker û hêstir û qantiran be bi mehan pirtûkan kişandine aliyê Wanê, wan pirtûkan jî avêtine di nava Behra Wanê de û Behra Wanê seranser bûye hibir. Sal 2013. Lê belê heta niha birînên Evdal Xanî bi başî nehatine kewandin.



24.10.2013 07:13 | zero