Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elîxan loran] de;

2. ev jî gotara înano lo (înan eroglu) ye di derbarê "def û ter"a elîxan loran de:

http://www.kurdigeh.com/details.aspx?an=271



25.10.2013 04:36 | zero

1. helbestkar û senarîst e. di reşemiya 1984'an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Helbestên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan û Kovara W de hatine weşandin.

Di sala 2006'an de wekî endamê Komeleya Karger dest bi wergera Linux Ubuntu kir. Di nav komên Kargerê yên komputergeriya kurdî de cih girt. ji hejmara 25'an heta 39'an edîtoriya Kovara W'yê kir. pirtûka wî ya helbestÊ "defter" di 2012'an de ji lîsê derçû.

şeytanê helbestÊ ye. di hemû helbestên xwe de şeytaniya peyv û teknîkan dike. di helbestên xwe de aciz e, (lÊ ew bi xwe dibêje "kurdînûs tim aciz in, lê heta pişta mala xudê mafdar in") rexneyên zirav xemla poetîkaya wî ne. ev jî helbesteke wî ye:

Heke Tiberik e Çûyîn Heq e



Werîsê min warîsê min e, bi çend werîsan bi wê de wî jî veşerin!

Zeman tewanga esmên e, zenkirina zemên e ‘emrê li taldeyan

Beniyên min ên xadim diçilpînin min, hêsa nabim, mixabin

Li min ho vede gede, bi destê te hinneyê dax dikin!



Li ber pencereyan payîz payîn e, çivîkek xwe dide çivan

Çivdan jî bac e, te dît ev pencere û dîbace?

Bi dû re, bestwergirtin û hestwergirtin e

Ligel vê berawirdkirina berra û beravêtî



Çemê derbirrînê derbarê dendikê jehrê ye

Lêva min a dengbêjî dergûşek e ji xwekifşkirinê re



Nexwe tiberik e, heq e, telqîna bi ser çeqeçeq e

Xwe beqa nakim, ev jî huşbûna bi hemd û hêlan e



Gulan 2010



25.10.2013 04:33 | zero