Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [john lennon] de;

1. "john Winston Ono Lennon" an jî bi kurtî "John Lennon" (9 cotmeh 1940 - 8 berfanbar 1980) hunervanê muzîka pop, bestekar, nivîskarê stranan li Liverpoolê (Brîtanyaya Mezin) ji dayîk bûye; gîtarjen, sazbendê keyboardê û stranbêjê koma pop a the beatles bû.

Di sala 1969'an de bi hunervana japonî "yoko onu" re zewicî, her du protesteke aştîxwaz xistine kar û di nav nivînan de mane û ji nivînan de hevpeyvînên ji bo aştiyê bi cih anîn û fîlm û sêlikeke bi navê "give peace a chance" ("fersendekê bidin aştiyê") çêkirin. Ev strana ha bûye strana neberdkarên aştîxwaz ên hemî cîhanê. John Lennon û Yoko Ono pev re pênc sêlikên single di navbera salên 1971 û 1974'an de derxistin; bi taybetî ya bi navê imagine (1971) gelek hezkirî bû. Di sala 1975'an de kurê wan sean hate dinê û ji bo pênc salan John Lennon dest ji çalakiyên muzîkê berda heta sala 1980'î, deng xistibû sêlika xwe ya nû "just like starting over" dema ku ji aliyê heyranekî ve hate kuştin.

(bnr: http://ku.wikipedia.org/wiki/john_lennon)



27.10.2013 03:04 | zero