Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez dê herim] de;

1. navê straneke erdewan zaxoyî ye. ev stran mirovî ber bi dildariyeke bêminet û paqij û kurdewar ve dibe... jê nemînin, axxx, heyfa erdewan zaxoyî....



ez dê herim

ez dê herime li nav baxçê gulan

da bibînim delala dilan

bi hev re rûnin wekî sorgulan

ji hev re bêjin derdan û kulan



seyran nemane li van çol û milan

ma we nebêtin dengê bilbilan?

ji destê min derket gelî hevalan,

ka ew delala wekî sorgulan?



cerga û mergan, hinav hilhilî

çi pare nake sotina vî dilî

nebêje rast e kesî min nema

tu her çirûska esmanê dil î.







27.10.2013 22:23 | zero