Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nofa] de;

1. navê straneke seîd yûsiv e. gotin û muzîk a seîd yûsiv bi xwe ye. ji aliyê gelek hunermendan ve ev stran hatiye gotin.



NOFA

Endîwerê peytaxt e lê lê...

Endîwerê peytaxt e, keç xatûna li ser text e

Şûşa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e

Çima îznê nadî min, nîv saatekî bême rex te

Lê lê… Nofa



Amûdê ber bi ba ye lê lê… Nofa

Amûdê ber bi ba ye, Dirbêsiyê ava ye

Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye

Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî

Nofa keça axa ye lê Nofa…



Lê Nofa te zeriyê lê lê… Nofa

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Xulama te sipehiyê, ferze keçka xelkê bû

Muhbeta dilêm ketiyê Nofa…

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Ez xulama sîng sipiyê, bejin ji dara biyê

Xweska ez bûyama gustilk, ketibama wê tilîyê

Ferze keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa…







29.10.2013 02:43 | zero