Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amélie] de;

1. navê fîlmeke derhênerê fransî jean-pierre jeunet e. fîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin û li gelek festîwalan xelat standiye û rêza wê ya di "imdb"ê de 68 e. muzîkên vê fîlmê yann tiersen amade kiriye, amélie keçikek bêhnteng e, ji aciziyan aciz e, dixwaze her kes bextewar bibe û bi tiştên kiçik bextewariyên mezin peyda dike. mêrê ku vê fîlmê temaşe bike pirsa wî ewil dibe ev: "gelo, jinek halê li ser darê dinyayê heye ma!?" jina ku vê fîlmê temaşe bike jî amélieyê diheside an jî dixwaze bibe weke amélieyê.

Lê belê mesela min ev e ku ev derhênerê henê (jean-pierre jeunet) nijadperestiya çerm dike (apartheid). di dil bi xwe de, ev fîlm li fransayê hatiye kişandin, fransa ew welat e ku tê de bi milyonan reşik dijîn, lê evî camÊrî di vê fîlma xwe de qet cih nedaye reşikan! Ev ne tesadûf e, ji ber ku di fîlmên wî yên din de jî ez rastî reşikek nehatim!



04.11.2013 05:42 | zero