1. navê helbesteke john keats e ku ji îngilîzî wergera wê ya bo kurdî kawa nemir kiriye.
stêrka geş
Hoy stêrka geş, xwezî ez jî wek te neguhêrbar bûma –
Ax, ne ku di nava şemala tikîtenê de, li banê şevê,
Tevî palikên nemir î vekirî, ax, ez temaşekar bûma,
Şibhê Postnişînê siruştê yê bêhnfireh î bê par ji xewê,
Li avên li ser erka xwe ya mîna ya keşeyan bin bi xurmexurm,
Ku bi doralî pak û paqij dikin peravên mirovî yên ‘erdan,
Yan jî min zûr binihêriya li rûpoşa nû ya ku barîbe nermenerm,
A berfa li ser çil û çiyayan û kirr û kewşenan –
Naxêr – dîsa jî ez neguhêrbar bûma, dûrî desttêwerdanê,
Ax, min serî daniya ser sîngê nûbar ê hezkiriya xwe ya bedew,
Min timî hest bikira bi wê nermebêhngirtinê, nermebêhnberdanê,
Ez timî hişyar bimama tevî bêaramiyeke bêbandew,
Da ku ez hê jî, hê jî li bêhngirtina wê ya nazenîn bibûma guhdar
Û wisa bijiyama her – yan na ez li mirinê bimama duçar.
john keats
Ji Îngilîzî: kawa nemir
|