Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bo çi kurdînûs tim aciz in] de;

1. "kurdînûs tim aciz in, lê ji vir heta pişta mala xwe xudê jî mafdar in." xweyê vê gotinê helbestkar elîxan loran e. li gorî bindestî bersiva sereke ya vê pirsê ye. di rewşa bindestiyê de afirîner (nivîskar) ber xwe dide, piyaseya nivîsan (pirtûk, berhem) nîn e, xwendin kêm e, kurd bi qasî ku nivîsên berhemên bi tirkî dixwînin wî qasî kurdî naxwînin. esas mesele ne tenê wêje ye; mesele ziman e. heke hewldanên bo zimên zêdetir bibin, bêguman, wê acizî û têhna nivîskaran jî dayne. îro di vê rewşa le'net de em çi binivîsin jî em ê her aciz bin ku em bikenin jî em ê îman li kenê biçikînin.



10.02.2014 23:24 | zero