4. di lîstika kişikê de tu dikarî cihê keşe û kelehê bi hev biguherîne. bi vî awayî tu dikare keşeyê xwe biparêze. lê her wext tu nikarî rok bike: ger tu berê bi keşe tevgeriyabe, ger keşe di bin gefa kevirekî dî de be û ger cihên ku dê keşe tê re derbas be di bin gefê de be rok nayê kirin. herwiha du cureyên rokê hene: roka biçûk û a mezin. di roka biçûk de keşe û keleh her yekî du gavan bi aliyê hev de davêjin, lê di roka mezin de keşe du gav, keleh sê gavan davêje. |
|
28.12.2014 10:37 |
diyako47
|