Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeteraqirêj

profîla "xeteraqirêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hawara dîcleyê] de;

10. di nav pirtûken mehmed uzun de yekem ya min xwendiye ye .

min bi dêlhejîyek dest xwendinÊ kir û aliyekÎ ve jÎ tirs heye çimkÎ pirtûk dema mÎran de derbas dibe ,mekan cizîra botan e û serpêhatiyên dengbêjekî dide ber çavên me .ez jÎ teze teze pirtûkên kurdî dixwînim û ji aliyê peyvan ve jî wisa dewlemendiyeke min tune . min jî got niha ferheng ji destê min nakeve .

lê mixabin wisa nebû

erê pirtûkê de qala tiştên herine xweşa me kurdên polîtîk û welatperest pir hene . çemê dîcleyê,mîr, birca belek ,ezidî,laleş ,fille (êrmenî), osmanî . topa osmaniyan dengbej, dengbêjî,hesp, şer ,jin, memik ,doxînsistî mezel , tir , fıs, deşt ,zinar, kevnar ...... lê mixabin hemûk pirtûk devdora van peyvan diçe tê . xêncî van peyvan peyveke nû tune ye û ji me re tişteke nû jî nabîje ti kûrahiyeka fikrê pirtûkÊ jî tune ye .

pirtûk ji bo kesên nû nû kurdî hînbûne û dixwazin kurdiya xwe pêş ve bivin re pir cûda ye. ez jî ji wan re li vir dibêjim ku hevalno ; hildin bixwînin û ji romantîkbûnê jî dev berdin. pirtûkeke ewgas jî xweş nîne .



min bîrkir peyva şevbuhêrk jî zehfÎ caran tê bikaranîn.



17.05.2016 21:43 ~21:44 | xeteraqirêj