Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîlan] de;

3. û yek ji wan stranan e ku zarokatiya min tîne bîra min, wextê ez zarok li malê bandek bi navê konsera botan hebû, ji ber konsertekî ku li bota hatiye çêkirin hatibûye girtin, di wir de, lawikê farqînî, bedrettin coşkun vê stranê dibêje;



''hêstir ji çavê min dibarî

wek baranê buharê

agir û mij êş û elem

li ser me de dibarî

min ji we'r nego bawer nekin

dijmin wek dînê har e

dîlaaaann dîlaan, wey dîlana sebra dilaaa''



li ser netê liqayî vê stranê ji dengê bedrettin coşkun nehatim, lê xanimek soran bi navê nazê azîzî heye bi formeke nû û nûjen stran gotiye û gelek xweş gotiye.. ji dengê nazê xanimê strana dîlan; https://www.youtube.com/watch?v=fN_i3c9RH1M




2. naveke unîseks e, li bakur navê keçan li başûr û rojhlat jî navê kuran e..




1. bi qewlê wîkîferhengê du wateyên wê hene;

1. dawet, govend, mihrican, festîval, şahî, cejn, şehyan, gala, pîrozî, fest

2. zewq, lovyank, kêf, aheng, zemawend, hilperkê, reqas