Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koşer] de;

1. li gorî dînê cihû xwarinên helal û meşrû û serbest.. cihûyên sefarad jê re dibêjin koşer û cihûyên aşkenaz jî jê re dibêjin kaşer.. heywanên koşer ji aliyê kesên ku ji wan re dibêjin şohet ve û bi teknîkeke taybet ku jê re dibêjin şehîta tên serjêkirin û gurandin.. eger ne ev kes û ne bi vê teknîkê heywanek hatibe serjêkirin hingî goştê wî heywanî trefa yanî mirarî dibe.. wek tê dîtin koşera cihûyan û helala misilmanan gelekî dişibin hev.. li gorî doktrîna cihûyan tiştên koşer hemû di tewratê de ku jê re kitêba muqedes jî dibêjin hatine destnîşankirin



li gorî cihûyan;



- heywanên bejayî yên ku dikayin û simûçkdar in goştê wan heram e, ji xeynî beraz, kêvroşk û devehê hemû heywanên derî vê kategoriyê de dimînin hemû helal yanî koşer in..

- kêzik û mar û dûpişk û mişk û heywanên din ên marÎjok an kojer goştê wan nayê xwarin

- ji xeynî bîst çûkên ku di tewratê de navê wan heye, hemû çûkên mayîn goştê wan heram e.

- ji masî û heywanên behrê jî ji xeynî masiyên bipelik hemû heywanên mayîn goştê wan heram e, yanî îstakoz, karîdes, kêvjal, jûjiyê avî filan goştê wan heram e..

- ji xeynî goşt berhemên din ên ji heywanên ne koşer wek hêk û şÎr û hwd tên hilberandin jî heram e Û nayên xwarin ji xeynî hingivîn..



http://en.wikipedia.org/wiki/Kashrut (li vir zanyariyên berfirehtir hene heçiyê mereq dike an meyla wî li ser cihûtiyê heye dikare bixwîne, ev jî rûpela tirkî ye; http://tr.wikipedia.org/wiki/Ko%C5%9Fer mixabin rûpela wê ya bi kurdî -çi soranî çi kurmancî nîne-