Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the hobbit: the battle of the five armies] de;

1. fîlma dawîn ya trîlojiya fîlmathe hobbit e.. fîlma pêşîn; the hobbit: an unexpected journey (2012) fîlma duyem; the hobbit the desolation of smaug (2013) bû.. wekê fîlmên din yên vê seriyê ev fîlm jî bi derhêneriya peter jackson hatiye çêkirin û çîroka xwe jî wekê fîlmên din ji pirtûka j. r. r. tolkien ya bi navê the hobbit wergirtiye.. fîlm ne ew qasî baş e lê ne xirab e jî, yanî wextê mirov hebe li ber dikeve ku mirov berê xwe bidiyê an bi qewlê toriyan lê bihesîne, di fîlmê de dîmenên ji dinyaya naverast meyl û mereqa mirov dikişîne erê lê tu orjînalîteya senaryo û çîroka fîlmê nîne, sehneyên aksiyonê j tamê derxistine, yanî bifikirin ku hobîtek bi wê qama xwe ya ku bostek tê heye ya tê nîne bi kuçan orkan dikuje, erd ji binê piyê legolas dixişike lê legolas nakeve, sehneyên bi vî rengî ne di vê fîlmê lê di fîlmeke din de bûna bawerim xelkê bi rexneyan tu sitar û mehwar li ber nedihêliştin..



belkî spoiler belkî ne?

navê fîlme bi kurmancî şerê pênc artêşan e, ji van pênc artêşan wate û mebest, yek artêşa elfan, yek ya mirovan, yek ya cûceyan, yek ya orkan e û ya pêncê ya kê ye dikim û nakim bi ser ve nabim.. di dawiya fîlma didoyê de cûceyan ji bo axa kalikên xwe (kele-çiya) ji dest ejderha derxînin hatibûn şerê ejderha, û eger ne şaş bim ejderha birîndar kiribûn, neyse di destpêka fîlmê de ejderha tê bajarokê nêzikê kelehê ku mirovên ji rêzê lê niştecih in û li bajarok tê xezebê, agir bi ser bajarok de dirijîne, kuç li ser kuçê nahêle lê di dawiyê de yek derdiekeve ser kûleya bajêr û bi tîrekî ejderha dikuje, axirê ejderha tê kuştin lê bajarok jî wêran bûye, û pêşÎ li xelkê zivistan e, ji xwe di fîlma didoyê de mirovan û cûceyan peyman danîbûn ku di berdêla alîkariyê de cûce wê beşekî ji zêrên di binê keleha cûceyan de li nav mirovan belav bikin, axirê mirov hemû dikevin ser rê hem ji bo heta zivistan bibore li çiyê biêwirin û hem jî ji bo zêrên heqê xwe bistînin, di rê de liqay artêşa elfan têne, artêşa elfan jî piştî ku seh kiriye ejderha sekitiye ew jî ketine pey zêrên kalikên xwe yên li binê keleha cûceyan.. axirê herdu kom û artêş tên pêşiya keleha cûceyan û ji qralê cûceyan zêrên heqê xwe dixwazin, lê qralê cûceyan bi nexweşiya ejderhayê ketiye, ji işqa zêran tu kesî nas nake êdî, soz û peymana berê ya ligel mirovan û elfan danî qebûl nake û li ber dana zêran nayê, neyse herkesî şûrê xwe hilaniye de bikevin singa hev tam wê gavê pismamê qralê cûceyan ligel artêşa xwe ji bo piştgiriyê tê ber devê kelehê, dîsa herkes şûrê xwe dikişîne lê hêj bi hev neketîn îcar jî sauron û artêşa orkan bi hêzeke mezin çarnikarê çiyê û kelehê vedigirin..