Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed şarman] de;

10. her ku diçe rastî nivîskarekî/hunermendekî nû yê hêja yê kurdan tême. mihemed şarman ez pir kêfxweş kirim bi pirtûka xwe ya hêja "pirça winda". min çîrokekî weha nexwendibû heya niha: ewqas bi biwêjan ve tije, zimanê wê ewqas temam, peyv û gotinan ewqas bicih hilbijartî...

mesele ne bi tenê ziman e. bi xwedê bi demeke dirêj e min ewqas jidil û dirêj û bikêf nekeniyabû. ez ji xwe hay bûm, min got lawo ew tişt çima ewqas min dikenîne? zrîng bi rastî jî komîk e, zahf serkevtî ye. lê şêweya qerfî ya mihemed şarman (bnr: sense of humour) ji wan bilindtir e. number one e.

em nivîsên qerfî bidin alîyekî. nivîskarê hêja, çîrokên wî yên din di pirtûka wî ya pirça winda de, bi xwendina wan kelogirî bûm, dilêm şewitî. karakter û mijarên wî di hişê min de cih girt. min nivîsên wî gelek eciband. êdî mihemed şarman yek ji çend favorî nivîskarên min e.

mehmet dîcle û mihemed şarman wek du çîroknûsên xurt û tije yên kurdan. bi hebûna wan serbilind im. hunerên wan herduyan di nav çîrokanûsan da payebilind in. wek tirşikvanê (bnr: seydayê_peyvan) jî li jor gotiye, mihemed şarman her çi jî binivîse ez dê bixwînim.



23.02.2020 00:37 ~2020.03.21 01:09 | mirovekirind