Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mamoste] de;

27. bo xêzkêşê (karîkaturvan) hêja
ku li vir
mamoste/44508
mamoste/108992
qala wî kirine,

(bnr: mamoste nûjen)



19.03.2019 21:16 | mirovekirind

26. hunermendekî kurd e. xêzkêşekî pir biqîmet e. hûn dikarin pirî caran rastî xêzikên (bnr: caricature) wî bên. navê wî yê rastî, mamoste nûjen e.

tê bîra min, cara pêşî di sala 2011ê da ez bi xwendina pirtûka çîroka newrozê ku bo zarokan ji alîyê şivan perwerê ve hatîbû nivîsandin, rastî hunera wî (mamoste nûjen) hatim. rûpelên vê pirtûkê, bi xêzikên wî ve tije bûn. mala wî ava! çîroka newrozê, çîroka kawayê hesinkar bi zimanekî zelal vegotiye. çîrokekî pir kêfanok e.

li hemû cûreyên weşanê (pirtûk, kovar, malperên torî û hwd) rastî xêzikên wî têm. xêzkêşekî din wek wî jêhatî ez nizanim. ma şagirdên wî çima çênebûye? mamoste çima kesê hînî hunera xwe nekirîye? qasî ku ez dibînim, cihê wî di wêje û weşana kurmancîyê da zahv girîng e. ji bo ku hunera xêzkêşî nifş bi nifş berdewam bike, gere mamoste çend şagird wek xêzkêşên kurd ji nifşên nû perwerde bikira û wan bigihanda îro.

(bnr: mamoste nûjen)



08.12.2018 23:20 ~2020.01.14 20:37 | mirovekirind