Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [turkish kurd] de;

3. kurd li her derê kurd in. ev peyva turkish li ser welatîya fermî ya mirovan tê gotin. li ser nasnameya te çi binivîse, ew ji te ra dibe navek li ber navê te yê esil, û bi te ve dizeliqe (Turkish, syrian, american, hwd) û tu dibî turkish kurd, syrian kurd, american kurd. ji bo ku tu bibî Kurdish kurd gere tu hem bibî kurd hem jî tu xwedî nasnameya kurdistanê bî. nasname muhim e, girîng e. (bnr: kurdistan li ku ye?)

jixwe peyva turkish di ferhenga oxfordê da tê wateya kesên ji tirkîyeyê. peyvên turkish û turkic du peyvên cuda ne. turkic mirovên ji navenda asyayê ne û tirkên esil ew in. jixwe ewên "turkish" (mirovên li tirkîyeyê) hema bibêje tirk tê da nemaye. li tirkîyeyê, ez dibêm qey bi tenê ji ewên tirkmen ra meriv dikare bibêje tirk.

werhasil turkish kurd peyveka dureh e. her wekî peyva afro-americanê.



20.11.2019 00:28 ~11:06 | mirovekirind