Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyan] de;

19. tiştekî ecêb e. bi çend sal e, bi qasî emrê min, ez tê da me, wekî ku di girtîgehê da me. pir caran jê aciz bûme. bihar tê, bihar gişt wekhev in. zivistan û payîz û havîn, gişt wekhev in...

havînên berê, berî deh-panzdeh salan, xweş bûn. îro, êdî havîn jî, bihar jî ne besê min e. ez wer dibihîsim ku pir tişt ji min çûye. min pir tiştên xweşik dîtîye. şikir ji xwedê ra. û êşên giran jî min kişandîye. xwedê yên xirabtir nede! êdî ferqa salan ji salên din ji min ra tuneye. li warê astronomîyê em lê binêrin çi diqewime... dinya dizivîre, li derdora rojê, diçe û tê. salê tûrekî diavêje. min sih zêdetir tûr avêtîye li derdora rojê. tiştekî xam tuneye. dihere û tê. demsal diçin û vedigerin. ez li vir çi dikim? ne tiştek. jiyan ji min ra wekî girtîgehekê ye. pir caran wer dibihîsim.



15.12.2019 01:38 | mirovekirind