Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roza] de;

3. nivîskareke jin û amedî ye. ji xwendinê hez dike. ji nivîsandinê, ... nizanim. îro hejmara peyam ên wê gihîştiye 100ê. hêvî dikim bêhna wê fireh bûye û êdî ji plana xwe ya keleşbarandinê li ser tirşikê vegeriyaye. kêmasiyên tirşikê/110620



07.05.2019 20:36 | mirovekirind

2. ez pê hesiyame ku navê album a îbrahîm xursîyê ye. albumeke dîlanê ye. tê de stranek bi vê navê heye: roza. muzîka vê stranê bo reqisandinê baş e. lê wekî din stranên gişt yên albumê wek hev in. û pirên wan çirtovirto ne.

di vê stranê de (roza) dibêje,
"ha ha ha, haa hay,
hm hm hm, hmm hm."

"ha ha haay, hm hm hmm" temam, îcar ew "la la lay lay" çi ye, min fêhm nekir. ma tiştekî wisa di kurdî de heye? an heye û ez pê nizanim, an jî mêrik bûye international.



02.02.2019 14:26 | mirovekirind