Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

163. nivîsên tirşikvanan in ku bi dilxweşî tên parvekirin.

(Ich will kurdisch und frei sein)

Ez ji mala heval ê xwe, Jêhat, derketim û li duçerxeya wî ya li ber derî siwar bûm û bi rê ketim. Ez nizanibûm diçûm kû. Qîzek bi aramî ber bi min ve dimeşiya. Li dû qîzê, jineke biçilûpêncsalî bi berçavkeke reş bi lez li dij min dimeşiya. Ez li ser duçerxeyeke zer bûm. Li aliyê rastî yê rêyê, di ser teretuvarê de zarokin radiwestiyan. di rêyê duçerxeyan de diçûm. Min bi hêdîka pê li pedalan dikir. Piştî demeke kin ez ketim rêyê çepê. Piştî kuçeyeke dirêj min gihand parkekê. Ew park, ne yek parkê biçûk bû, te digot qey daristanek bû. Mirovine peya û yên bi duçerxe li her derê bûn. Her yek li ber aliyekê dimeşiyan. Dengê trembol û motoran êdî nedihat. Dar, pelên xwe yên kesk û yên nîvzer raxistibûn erdê. Mirov bê deng dimeşiyan. Ji jin û mêrikan dengê bilind nedihat. aramî û bêdengî hebû. Navê parkê ku ez çûbûm, Bürger Park bû. Bürger Park, li navenda bajar ê Bremenê, parkeke pir mezin e.

Wê rojê ez bi saetan li derve bûm. Pir kêfa’m bi parkê hatibû. Bi dawiya rojê, di tariyê de ez vegeriyam mala Jêhatê. Jêhat hîna ji xebatê nehatibû malê. Dema ew hat malê, ji min pirsî ka ez çûme kêrê û roja min çawa derbas bûye. Min got, “bi rastî kêfa’m ji her aliyê bajarê re hat.” Wê rojê Ez ne bi tenê çûbûm parkê. Careke din ez ê ji we re diyar’kim cihên balkêş yên bajarê ku ez vedîtime li kêrê ne. Ez bi temamî yanzdeh roj li Bremenê mam.

rojek ji rojên mirovekî rind



2018.10.25-02:17 [guhertin:2018.10.25 02:27]| mirovekirind