Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hello] de;

4. Li gorî dêya min, navê xelkên biyanî hemûyan e.

niza'm bi çend sal berê bû. Em bi erebeyê diçûn cihekî dûr. bi saetan em di rê da çûn. em di bajarokekî tûrîstîk ra derbas dibûn. bi dîtina tûrîstên bîyanî li derûdora me, çîprût-mîprût û yên serşûnik * (tûrîstên gundî ji ewropa û rûsyayê) bi cilên ajneyê yên xilopilo li ser, dêya min got:

— "va ye em dîsa ketin nav helloyan."

Pir pê kenîyam. Hîna jî, gava li derve rastî helloyekî bêm, ev yek tê bîra min, û bê hemdê xwe dikenim.



13.01.2020 21:26 ~2020.01.14 07:39 | mirovekirind