Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin] de;

5. ne evîn, lê hevaltîyeka baş bi pevçûnê dest pê kir.

dema ez bi 13-14 salî bûm, diçûm dibistanê. di fêrgehê me da keçeka bi navê gulşa hebû. niha nayê bîra min çima, nîqaşek di navbera me da dest pê kiribû. me li hevdu bi dengê bilind qîrîyan. me çend nifir ji hev ra avêtin û ji hêrsa hema di nav sanîyeyê da xwe avêtin li ser hev. hevalên me gişt kom bûn. li me temaşe dikirin. kes nikarîbû me ji hev biqetanda. bi kişandina poran em ketin erdê. bi têra dilê xwe li hev xistin. cilên me di nav tozê da, rûyên me ji xwêdanê şil û sor man.

di jîyana min da bi tenê yek car ez bi keçikekê ra pevçûme. ev jî bi vê awayê bû. dû re em bûn heval. Me di fêrgehê da bi hev re rûniştin. piştî xelasbûna dibistanê jî çi çax em li derve rastî hev dihatin, bi rûkenî ji hev dipirsiyan.

dema ez çûm zanîngehê, em ji hev dûr ketin. pir bûbû min hevala xwe ya kevin nedîtibû. dawî, hayam jê çêbû ku zewicîye. Bi xêr be îşela! gelo em hîna jî dikarin bi hev ra hevaltî bikin? îcar bi carinan di rê da wê dibînim, niza'm çima, naxwazim herim li cem wê û bibêjim hello!



16.04.2018 15:39 ~2019.07.29 18:26 | mirovekirind