Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sîdar jîr] de;

22. xwediyê bernameya lênûskê bû. bernameyeke pir baş bû li ser edebiyat û hunerê. li televizyonê rastî nehatibûm. hema hema hemû beşên wê min li youtubeê temaşe kiriye, min dengê wê dida jor da ku ji piste-pista sîdar jîr fam bikim ka çi dibêje. pir bi dengekî nizm axiviye di van bernameyan de.

pirtûkên wî li cem min nîn e. min nexwendiye, nivîskariya wî ya wêjeyî nizanim. car bi car çav li qunciknivîsên wî yên li xwebûnê digerînim. li wir jî, dîsa li ser wêjeyê, li ser pirtûkan dinivîse. her car pirtûkeke nû dinirxîne û dide nasîn.



02.10.2021 21:35 | mirovekirind