Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîvan] de;

3. youtuberek ji youtuberên kurd, xanimek, bi kanala xwe ya (bnr: xwarina dayika min), xwarinên kurda çê dike. di vîdyoya "SAVAR GOŞT Û TIRŞIKA FASOLÎYA"yê de dibê: "pîvana savar ne hewce ye ez bibêjim..."


gava di mitbexê de diya min û ez, me qal dikir, niza'm kîjan xwarin çawa were çêkirin tahmxweş dibe. diya min go,
- "du welçek av..." û niza'm çi.
min qesta go,
- "welçek çi ye xwişkê, hûn bi zimanê xwe çi dibêjin?"
- "wille... em dibên... em jî dibên welçek."
min go,
- "pîvan?"
min anî bîra wê û em pê keniyan. em pê keniyan ji ber ku her tim ez dipirsim "ka kurdiya filan peyvê tuneye?" dibê "na heyra, em zî wer dibên." û bi min re dikeve nîqaşê. dawiya her car gotina min derdikeve. heya ji min tê, ez nahêlim zimanê me bi peyvên ziman ên din tevlihev bibe, bîlesebeb.



08.05.2019 22:58 | mirovekirind