Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mıgırdiç margosyan] de;

4. çû rehma xwedê (bnr: migirdîç margosyan). Perçeyeke dilê min jî pê re mir û çû ve nîvroya biharê.

Mekana wî bihuşt be! Zar û zêçên wî tim û tim aşt bin, xweşî bibînin!



03.04.2022 15:21 | mirovekirind

2. ermen lawê ermen e. mirovekî pir dilgerm e. pirtûkên wî, "gavur mahallesi (1992), soyle margos nerelisen? (1995)" pir bi kêf û bi hêsanî tê xwendin. çend pirtûkên wî yên bi ermenî jî hene. li stenbolê di dibistanên ermenan de xwendiye. mamostetî kirîye. bo diyarbekirê nivîskarekî gelek hêja ye.

ji ber ku li xançepekê ji dêya xwe welidîye û zarokatiya wî jî li wê derê derbas bûye, migirdîç û dê û bavê wî kurmancî û zazakî dizanin. hîna jî migirdîç kurmancî ji bîr nekiriye. du pirtûkên wî yên li jor min behsa wan kir bi devoka diyarbekirê (bi tirkî) hatine nivîsandin. heke hûn ji diyarbekirê bin, dibe ku hûn bi xwendina van pirtûkan bigirîn. margosyan te dilê min şewitand.



08.02.2018 01:03 ~2021.05.13 17:07 | mirovekirind