Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serşûştina erebkî] de;

7. serşuştina ewropî anî bîra min.

berevajî serşuştina erebkî, fransiz/ewropî dikevin serşokê, li pê disekinin, laşê xwe dişon, serê xwe dihêlin. ji bo ku av bi porê wan nekeve, wê şil neke, carinan kumikeke taybet ya bo serşokê didin ser serê xwe.

ji vê kumikê re îngilîz dibêjin shower cap. ziwakirina poran zehmet e. heke porê te yê çêkirî ji te re lazim be, jixwe tu dê qethî wek ewropî serê xwe bişoyî.

min got ewropî lê ne ku ez navê vê şuştinê baş dizanim. dibe ku serşuştina kurdan be jî. ezê kurdo, wekî mînak, bi salan e serê xwe car caran bi vî awayî dişom. lê mixabin shower cap a me ji me kêm e.



02.05.2021 21:07 | mirovekirind