Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya min a kurdî] de;

1. tê wateya "hemû pirtûkên min ên kurdî". hejmara pirtûkan kêm (20) jî dibin, zêde (200) jî. tê da pirtûkên kevin jî dibin yên nû jî û yên destnivîs jî û yên çapkirî jî dibin.

tê da pirtûkên kurmancî, zazakî, soranî, pillûrî (te go çi?) û yên din hene; lê tirkî, îngilîzî, farisî filan qet tune ne. ji cînavê “min” mere fam dike ku xwediyê pirtûkxaneyê yek kes e. ew jî ez im. *

pirtûk bi gelemperî li malê ne. carinan li odeya te û carinan li salonê ne. Gava ku Ew hemû li ber hev in, di ser refan da, şikl û avahiya wan dişibe pirtûkxaneyê. heke ne li ber hev bin, her yek li aliyekê di hundirê malê da belav bibin, vê carê mere dibêje "mala min gişt bûye pirtûkxane". Ew jî tişteke xweş e.

belavbûna pirtûkan ne tişteke bixêr e. pirtûk carinan diçin mala hevalan û mixabin êdî zû bi zû venagerin cihên xwe. Heke xwediyê pirtûkê jî ji bîr kir ka wî/wê pirtûka xwe ya xweşik daye kê, pirtûk nema vedigere, çem û çem diçe. (bnr: pirtûkxaneya min a kurdî ya belavbûyî)



04.08.2018 12:59 ~2021.08.22 19:43 | mirovekirind