Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijarên ku ji zû ve dixwazim vekim lê hîna jî nehatiye vekirin] de;

1. ew mijar in ku tirşikvan dil heye îro sibe veke lê mehan di ser da derbas bibe jî (tirşikvanê/a gune hîna jî pê hêvîdar e), ha îro, ha sibe, dibê ez dê vekim. ... lê na, bi awayekî ecêb çê nabe. mirazê wê mijarê di dilê tirşikvanî/ê da dimîne.

ka em lê binêrin serpêhatîya vemirina ramanekî bixêr çawa ye:

1 hele ez vê mijarê vekim bila kom û kuflet wê bibînin. ji xwe ra forsa'xw bavêjim.
2 îro sibe ez dê vekim îşela.
3 ez vê mijarê vekim, bila ji barê giran bifilitim, êdî bes e.
4 lawo ez vekim çi ye, venekim çi ye. lenet li şeytanê were!

gelo ew mijar çi bû, kes nizane. ji ber ku ew mijar hîna nehatîye vekirin, tirşikvan bi xwe jî nikare bibêje ew çi mesele bû û çima ewqas girîng bû.



18.10.2018 02:18 ~2019.07.29 18:36 | mirovekirind