Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gata] de;

1. li gor rênas jiyanî, stranên mîtolojîk yên kurdan in.

di dawîya kovara çirûskê da (hejmar 30) min nivîsa rênas jiyanî dît, nivîsekî bi navê "egzîstansiyalîzm, çirûskîzm, surrealîzm". nizanim çima, berî hertiştî vê nivîs bala min kişand. rênas jiyan di benda dawî ya vê nivîsê xwe da gotîye,

- gata, stranên mîtolojîk in, berî mîladê di sedsala 7'em da ji hêla spîtama zerdeşt ve hatine gotin. mirov li dora agirekî kom dibûn û gata dihatin xwendin. naveroka gatayan sprîtuel in. gata stranên giyanî ne. helbesta "gataya mirinê" ya di pirtûka "dîn û şîn" da ji bo vê yekê mînakeka modern e. bi vî awayî çirûskîzm, ji bilî "sone"ya latînan, "aleksandrîn"a fransizan, "qesîde"ya ereban û "rubbaî"ya farisan, formeka nû ya helbestî, "gata"ya kurdan li wêjeyê zêde dike.



05.01.2019 01:46 ~2019.12.04 21:03 | mirovekirind