Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşa kurdên êzîdî ên li moskovayê] de;

2. bi xwendina van tiştên li jor, guneha min bi wan hat ji ber ku *ew jî nizanin ew çi ne, ew kî ne. hinekî jî ji wan behicîm ji ber ku zêde polîtîze bûne û ji tiştan pir zêde xuy dikin. ew kesên ku him nizanin ew kî ne, him jî ewqasî polîtîze bûne, hebûna wan hestekî nexweşik, nerehetîyeka ecêb didin ji mirovê ra.

*ew, ne kurdên êzîdî yên li moskovayê ne. emrê xwe da ez kurdên êzîdî yên li moskovayê nedîtime. ev raman û hestên min ne bi kurdên êzîdî yên li moskovayê çêbûne, tenê bi profîla li jor di dilê min da çêbûye, û li ser wê profîlê ye.

hest û ramanên min, bi taybetî yên neyînî, li ser mirov an gelan zû bi zû çênabin. bi xwendina an jî guhdarîkirina tiştan, mirov gere mebêje "temam, min pê derxist, filan mesele werkî ye, filan gel jî bi vî rengî ne." fêhmkirina mesele yên civakî ne hêsan e.

kurdên êzîdî yên li moskovayê dibe ku wek gotina tirşikvanê bibin lê em nizanin. an jî ez bibêjim, ez nizanim. çima min li ser vê mijarê ewqas nivîsand, eviya jî nizanim. bi gelemperî ji tiştên neyînî dûr diherim. gelo hêdî hêdî polîtîze dibim ez jî? hevalno?



18.02.2019 02:26 ~2019.12.04 21:34 | mirovekirind