Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axaftin vs nivîsandin] de;

3. axaftin rehet, Nivîsîn dijwar e.

ji zaroktî heta mezinahî mirov diaxive lê nivîsîn dû re, çend salan piştî axaftinê tê elimandin. di civakê de gelek kes hene ku heya dawiya emrê xwe jî bala xwe nadin ser pergala nivîs-xwendinê. Di nav girseya xwendeyan de jî gelekên wan di jiyana rojane de hewceyî xwendin an nivîsinê nabînin. Loma vegotina bidevkî ya meseleyekê ji ya binivîskî hêsantir e. lê dema ku ew vegotina meseleyê binivîskî be, ne weha ye. mirov pê zehmetî dikişîne.

zanyar dibêjin axaftin (speaking), guhdarî kirin (listening), xwendin (reading) û nivîsîn (writing); ji ber ku di mêjiyê de ji bo her yekê beşek cuda heye dişuxile, bo her yekê gere tu bixebitî. yek ji van, li şûna yekê din nabe. bi gotineke din (ku em li ser hînbûna zimanekî biyanî bifikirin), tu her sê hunerên zimanekî baş bielimî jî, ya çaran (mînak: axaftin) bi belaşî bidest naxî.

Teknolojîya nivîsê îcad bûye niza'm berî çend hezar salan. lê belê îro pir hindik kes dikarin binivîsin/baş binivîsin. li dibistanan di nav xwendeyan de jî yên baş dinivîsin pir nîne.

(bnr: ew çi sumerî ye ku bi sumerî nizane bixwîne û binîvisîne) *



14.03.2019 02:58 ~2023.11.13 00:18 | mirovekirind

1. berhevdanînek e ku du hunerên pêwendîdanînê ya mirovan dide ber hev da ku pirsên mîna "kîjan hêsan, kîjan dijwar e?" û hwd bide ber çavan.



04.03.2019 00:17 ~2023.11.13 00:20 | mirovekirind