Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [brzn] de;

23. Tirşikvanekî bêhempa ye ku gava li tirşikê dinivîse “Qaîdeyên guherto ên niza’m biçiwarî ên Xalbendiyê” bi kar tîne.

Piştî qedandina hevokan valahiyek dihêle (space) û dû re xalek lê dike. îcar piştî xalî, bêyî ku valahiyek bihêle, dest bi hevokeke din dike. Bêhnok jî bi heman awayî. Bi vî halê xwe, heke mirov yewnanên kevin û wî bide ber hev, brzn ji arîstotelesî baştir dinivîse. Di dema arîstoyî de xalbendî nebû. Hema li bin guhê hev dixistin.

Lê, nebêjim nabe: çi arîsto, çi weşanên avestayê, çi tirşikvan, nivîs bê xalbendî be, ezê reben, hebkî dibetilim.



23.06.2022 14:54 ~2023.02.06 11:46 | mirovekirind

15. Bi rastî ew li ku ye? Bi hatina xwe Wek tîrê kevanê di ber derîyê tirşikê ra ketibû hundir bi 5-6 mehan berê bû. Na, na, ne tîrê kevanê, wek roketekê bû. Va ye Bi çend meh e deng jê nayê. Ez dibêm qey benzîna wî qedyaye.



26.08.2019 19:07 | mirovekirind

1. nivîskarekî nû yê tirşikê ye. bi xêr hatiye. û pirsiye: (bnr: şopînerên kurd çima kêmin ?) (bnr: kurdî wenda dibe gelo ?)

na, kurdî wenda nabe, bi izna xwedê. û şopînerên kurd, xwîner û nivîskarên kurd, belê, ne pir in lê roj bi roj zêdetir dibin. wekî mînak, îro li tirşikê, bi dîtina nivîskarekî nû (bnr: brzn) ez hinekî din hêvîdar im.



24.03.2019 23:30 ~2019.03.25 00:53 | mirovekirind